Têkoşîna Sakîne sînoran nas nake

Beriya salvegera Komkujiya Parîsê, bergê 3. ê pirtûka "Jiyana min timî şer bû" ya Sakîne Cansiz ji aliyê Weşanên Mezopotamyaye ve bi zimanên Elmanî û Îtalyanî ve hate weşandin.

Beriya salvegera Komkujiya Parîsê, bergê 3. ê pirtûka "Jiyana min timî şer bû" ya Sakîne Cansiz ji aliyê Weşanên Mezopotamyaye ve bi zimanên Elmanî û Îtalyanî ve hate weşandin. Di pirtûkê de derketina Sakîne Cansiz ji girtîgehê, çûyîna Akademiya Mahsûn Korkmaz û têkoşîna wê ya li çiyayên Kurdistanê dike. Pirtûka ku li Dibistana Navendî ya PKK'ê hate çpakirin, ji nû ve hate sererastkirin û sala 2015'an li Weşanên Mezopotamyayê derket.

Pirtûka ku bi Elmanî bi navê "Mein ganzes leben war ein Kampf" hate weşandin, bergê wê yê sêyemîn bi jêrnavê "guerilla" hate weşandin. Agnes von Alvenslegen û Anja Flach ku her du bergên beriya wê tercûme kirin, bergê dawî jî wergerandin. Anges û Anjya qala pirtûkê û girîngiya Sakîne Cansiz kirin.

Alvenslegen diyar kir ku salek piştî kuştina Sakîne Cansiz bergê yekemîn ê pirtûkê bi Tirkî hate weşandin û dema wê çav li pirtûkê geran gihîşt wê baweriyê ku divê ev pirtûk bigihêje beşeke berfireh a xwendevanan. Alvenslegen got, "Me herduyan jî Sakîne nas dikir, li Hambûrgê em bi hev re xebitîn. Komkujiya li Parîsê hate kirin, gelekî bandor li me kir. Mîna li gelek bajaran me jî li Hambûrgê weke Meclîsa Jinê ya Rojbîn her roja Çarşemê çalakî li dar xist ji bo komkujî were ronîkirin."

Anja Flach jî destnîşan kir ku pirtûka Cansiz ji bo Tevgera Jinên Kurd belgeyeke gelekî dîrokî û hêja ye û got, "Salên 1990'î Abdullah Ocalan ji Sakîne Cansiz xwest ku li ser jiyana xwe binivîsîne. Ev wezîfeya Sakîne Cansiz nîmetek e. Jİ ber ku pirtûka wê nîşan dide bê Tevgera Jinên Kurd çawa ava bûye û çawa bi pêş ketiye."

Flach diyar kir ku wergera pirtûkê Agnes kir û got, "Ji xwe ez bi Tirkî nizanim. Min metn redekte kir, ji aliyê ziman ve sererast kir û ji bo mirovên ne Kurd ên ku agahiya wan li ser serdemên di pirtûkê de tên vegotin, min hin not ji bo fêhmkirinê lê zêde kir. Herî dawî jî rojnamevan, tercûman û nivîskar Anîta Frîedetzky sererast kir."

Alvenslegen anî ziman ku eger karekî komê nebûya ne pêkan bû ku wê ev werger karîbûya bikira û got, "Me gelekî bi hev re nîqaş kir. Bi taybetî di bergê sêyemîn de tevkariya Anja gelekî girîng bû. Ji ber ku Anja tevî Sakîne di heman demê de li çiyê ma û tecrûbeyên wê yên li ser bûyeran cuda bû. Tevî vê yekê hevalekî din heye ku di wergerê de bû alîkar. Mesela rojnamevan Mehmet Zahît Ekîncî timî ji min re qala gotinên Tirkî kir. Em gelek caran bi hevalên Sakîne Cansiz Fûat Kav û Ferda Çetîn şêwirîn. Annette Bender rewşa dawî ya pirtûkê bi tîperêzên dawî yên pirtûkê bi kêfxweşî kir."

Flach da xuyakirin ku ji bo her bergekî pirtûkê ew salekê xebitîn û Alvenslegen jî got, "Pirtûk her wiha ji wergera wê ya Elmanî ji bo zimanê Îtalyanî jî hate tecûmekirin. Tevî vê bi zimanên Îngilîzî û Spanî hatiye tercûmekirin.

Anvengslegen her wiha ragihand ku pirtûka bi Elmanî ji navnîşana "www.pirtuk.eu" û ya bi zimanê Îtalî jî ji "www.uikionlus.com" dikare bê peydakirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA