Taşdemîr: Li girtîgehan hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr anî ziman, ku her girtîgehek kirine qadeke xweser û got, "Hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û êşkence bi rêk û pêk tê kirin."
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr anî ziman, ku her girtîgehek kirine qadeke xweser û got, "Hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û êşkence bi rêk û pêk tê kirin."
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr anî ziman ku kiryarên kêfî yên li derve, li girtîgehan veguherîne şêweyekî rêveberiyê yê bêdawî.
Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku rewş li gorî girtîgehan tê guhertin, lewma li Tirkiyeyê her girtîgeh mîna qadeke xweser e. Taşdemîr got, "Qadeke ku bi her awayî ji raya giştî girtî ye û bersivê nade ava bûye. Wezareta Edaletê bi xwe jî di vê mijarê de daxuyaniyê nade, derdekî xwe nîne ku raya giştî agahdar bike. Daxuyaniyên ku ji rêzê têne dayin jî ji bo nixumandina êşkenceyê ne. Yekane karê ku Wezareta Edaletê dike, nixumandina sûcên li girtîgehan e. Halbûkî wezîfeya esasî ya wezaretê pêşîgirtina li êşkenceyê ye."
MAF HATINE DESTESERKIRIN
Taşdemîr ragihand ku desthilatdariyê qedexeya têkildarî şewbê ji xwe re kriiye hincet, bi vî rengî hemû mafên li girtîgehan hatine bidestxistin desteser kiriye û wiha dewam kir, "Destûr nayê dayin ku girtî malbatên xwe bibînin. Tecrîdeke giran heye. Girtiyên ku silavê didin hev jî têne cezakirin. Hin maf hene ku bi hiqûqê hatine naskirin û ev maf bi sed sal e hene. Bi rastî jî kiryarên dûrî ji aqil têne kirin. Siyasetmedara Kurd Mûkaddes Kûbîlay tevî ku 4'ê Tebaxê diviyabû bihata berdan, ji ber cezayên dîsîplînê nayê berdan."
KUŞTIN JÎ TÊNE NIXUMANDIN
Taşdemîr diyar kir ku kuştinên li girtîgehan jî bi gotina 'xwe kuştiye' têne nixumandin û got, "Mirinên ji rêzê nînin. Li girtîgehan di asteke bilind de hejmareke zêde mirovan heye. Hewl didin îradeya mirovan bişikînin. Rêvebernameyên girtîgehê bi cih nayên anîn. Bi rastî jî bi temamî helwesteke kêfî ye. Divê em balê bikişînin ser zextên li girtîgehê. Li Tirkiyeyê di nava 50 salên dawî de provokasyon hemû li girtîgehan hatine destpêkirin. Polîtîkayeke nû, nêzîkatiyeke taybet heye. Ev rewş me hemûyan dixe nava fikaran.
'NAHÊLIN EM BIÇIN SERDANA GIRTÎGEHAN'
Hikumeta heyî hiqûqê nas nake, lewma yên ser bi hikumetê ve jî nas nakin. Mirov li odeyên êşkenceyê, li odeyên singir têne hiştin. Dîmenên di vê der barê de hene. Her tişt li pêş çavan tê kirin. Ev yek ji ber polîtîkaya hikumetê ya kêfî tê kirin. Têkilîdanîna bi girtîgehan re zehmet e. Berê sazî, baro, ÎHD dikarîbûn biçûna girtîgehan. Nameyên girtiyan digihîştin me. Niha ev nikare bêne kirin. Her wiha destûr ji me re nayê dayin ku em karibin serdanê bikin. Em çûn Girtîgeha Patnosê, rêveberiya girtîgehê hevdîtin bi me re nekir. Dema ku girtî hewl didin êşkenceyê bixin rojevê, ceza li wan tê birîn."