TAJÊ: Li dijî êrîşan ax û rûmeta xwe biparêzin

TAJÊ diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve dijminê Êzidiyan e û got: “Dewlta Tirk bi êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Divê li hemberî êrîşan hemû kesên welatparêz û azadîxwaz rabin, ax û rûmeta xwe biparêzin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da û banga parastina ax û rûmetê kir.

‘ÊZIDIYAN LI HEMBERÎ XETERIYAN XWE BIRÊXISTIN KIR‘

TAJÊ anî ziman ku dewleta Tirk ku neviyê Osmaniyan e, dijminê dîrokî yê Êzidiyan e û got: “Osmaniyan, bi dehan fermanan bi serê Êzidiyan de anîne û xwestiye ku Êzidîyatiyê ji binî ve ji holê rabike. Lewma di serî de pêşengên Êzidiyan dike hedef.  Lê egîd, leheng û pêşeng, tu car ji Êzidiyan xalî nebûne. Êzidiyan, li ber 74 fermanan li ber xwe daye. Piştî 74 fermanên bi ser de hatin, Êzidiyan, xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastina ava kir û bûn xwedî îrade. Niha li ber xeteriya Osmanîtiya nû li ber xwe didin.“

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE TOLA DAIŞ’Ê HILÎNE‘

TAJÊ destnîşan kir ku piştî têkçûyîna bi fizîkî ya DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê, dewleta Tirk wek erkdarê temam kirina projeya DAIŞ’ê, dest bi êrîşan û dagirkeriyê kir û wiha pê de çû: “Ji sala 2017’an heta bi niha bi sedan caran bi balafiran êrîşê axa Sûriye û Iraqê kiriye. Bi van êrîşan bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, Şengalê, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê kirine hedef. Dewleta Tirk, pêşeng û qehremanên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kirin, hemû cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin, ji xwe re dike hedef. Bi vî awayî heyfa DAIŞ’ê hiltîne. Dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê ji bo gihîştina armanca xwe êrîşên hewayî dike, hemû qanûn û yasayên cîhanî binpê dike. Ji meha Nîsanê heta bi niha, dewleta Tirk a dagirker, li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.  Sivîlan qetil dike. Par, nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir û komkujî kir. Îsal, li Zaxoyê komkujiyek kir. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê sivîlan dike armanc û qetil dike. Tevî van sûcên şer ên dewleta Tirk, sazî û rêxistinên mafê mirovan, xwe ker kirine, çavên xwe girtine. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, bi hevkarê xwe PDK re, ji bo ku Êzidiyan bê îrade û rêxistin bihêle Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel û gelek pêşengên Êzidiyan kirin hedef.“

‘EM Ê HETA SERKEFTINÊ LI BER XWE BIDIN‘

Di berdewama daxuyaniya xwe de TAJÊ, di di Şexsê Şehîd Mam Zekî û Şehîd Said Hesen de tevahiya Şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û wiha got: “Em wek gelê Êzidî, bi taybet jinên Êzidî em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û dev ji doz û mafê xwe yê azadiyê bernedin. Heta ku em dagirkeriya dewleta Tirk li ser vê axê têk nebin, em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin. Li ser xeta Mam Zekî û Mam Seyîdan em ê li ber neviyê Osmaniyan heta bi serkeftinê li ber xwe bidin. Em wek jinên Şengalî, êrîşên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiya malbatên şehîdan, gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dixwazin û şifaya xêrî ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin ku em wek jin û civaka Êzidî heta bi dawiyê bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne.“

BANGA BERXWEDANÊ

Di dawiya daxuyaniyê de TAJÊ bang li hemû kesên welatparêz, azadîxwaz û gelê Kurd kir û got: “Bi taybetî em bang li jin û ciwanan dikin ku li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin û rê li ber xeteriya Osmanîtiya nû bigirin, ax û rûmeta xwe biparêzin.  Dem, dema derketina xwedî li axa pîroz û berxwedanê ye.“