Siyasetmedarê Kurd Yildirim rehmet kir
Siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Yildirim ê ku ji avakirina DEP’ê û vir de di nav siyasetê de bû, di 75 saliya xwe de rehmet kir.
Siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Yildirim ê ku ji avakirina DEP’ê û vir de di nav siyasetê de bû, di 75 saliya xwe de rehmet kir.
Rêveberê HDP’a Agiriyê Abdurrahman Yildirim rehmet kir. Yildirim ji zû ve bû hin nexweşiyên wî hebû. Yildirim di 1’ê Îlonê de li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yildirim li gundê Adirnova yê bi ser bajêr ji aliyê malbat û HDP’yiyan ve hate veşartin.
Yildirim di sala 1991’an dema ku DEP ava bû û vir ve di nav siyasetê de bû.
Wî demekê hevserokatiya DBP’ê ya bajêr û navçeyê ya Agiriyê jî kiribû û piştre ketibû rêveberiya HDP’a Agiriyê.
Yildirim du sal berê ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneyê tedawî dibû. Piştî tedawiyê li mala xwe bû.