Sînemîllîoglû: Sedema xizanî, neheqî û belengaziyê şer e

Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîzê Sînemîllîoglû got ku ew ê bi şiara "Şer rawestîne, jiyana azad ava bike" 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan bin.

Sînemîllîoglû destnîşan kir ku sedema sereke ya gelek krîzên li Tirkiyeyê şer e û xizanî, krîza aborî û kuştina jinan, ji ber şerûdî û êrîşkariya desthilatê ye. 

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, li ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi ANF’ê re axivî.

Pakîze Sînemîllîoglû işaret bi wê yekê kir, ku binpêkirina mafê mirovan li Tirkiyeyê gelek zêde bûye û wiha got. "Hema li her derê neheqî û nehiqûqî, kuştina jinan, pirsgirêkên aborî û betalî hene. Doza girtina partiya me û Doza Kûmpasê ya Kobanê hene. Di van şert û mercan de em ê pîrozbahiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bikin."

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN ŞER E 

Sînemîllîoglû diyar kir ku ew wek jin di aştiyê de bi israr in û wiha axivî: ‘’Çi karê Tirkiyeyê li welatên din heye? Hemû dinya ji vê ne bêpar e. Şer li karê her kesî tê, çimkî rant tê de heye. Lewma pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şer e."

AKP/MHP XWE BI ŞER XWEDÎ DIKIN 

Pakîze Sînemîllîoglû bi lêv kir ku ji ber şerûdiya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û hişmendiya wan a mêrane rê li ber kuştina jinan vedibe û ev tişt gotin: "Sedema xizanî, neheqî û belengaziyê ev şer e. Şer ku bisekine wê bêhna hemû gelan derbikeve. Divê em herî pir ji bo aştiyê têbikoşin. Li dinyayê herî pir jin û zarok ji şer bi bandor dibin. Bi qasê ku haya me jê çêdibe rojê herî kêm 3-5 jin tên qetilkirin. Lewma herî pir jin û zarok hewceyê aştiyê ne. Ji xeynê partiya me hemû siyasetmedarên din şerxwaz in. Çimkî bi neteweperestiyê xwedî dibin. Komareke demokratîk ava bibe dizanin ku sûcê şer dikin û wê berdêlê ve giran be."

EDALET JI HER KESÎ RE 

Sînemîllîoglû got ku ew jiyaneke bi wekhevî û azad dixwazin û bi bîr xist ku Emîne Şenyaşar 540 roj in ji bo hevser û her du kurên xwe yên qetilkirî têdikoşe û anî ziman ku wê rojekê edalet ji her kesî re bivê. 

Pakîze Sînemîllîoglû, herî dawî da zanîn ew ê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di navbera saet 17.00-19.00 li Anitparka Enqereyê bin.