Şehîdên Cizîrê hatin bîranîn

Ji bo şehîdên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Freîbûrg û li bajarê Fransa Montpellîerê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji bo şehîdên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Freîbûrg û li bajarê Fransa Montpellîerê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

FREÎBÛRG

Mûharrem Erbek, Sabrî Sezgîn, Mahsûn Erdogan, Botan Ekîncî û Aydin Erol ên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Freîbûrgê rojên Şemî û Yekşemê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê û serdanên sersaxiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Li merasîma ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin, siyasetmedarê Kurd Fûat Kav peyivî. Kav bal kişand ser gotina Kemal Pîr a li zîndana Amedê bilêv kir û wiha axivî: "Kemal Pîr gotibû, 'Em ê bimirin, yên piştî me hatin jî dikarin bimirin, lê ev têkoşîna gelê Kurd wê neqede'. Li Cizîrê hevrêyê me Mehmet Tûnç jî gotibû, 'Dibe ku em bimirin, lê em ê teslîm nebin. Bila gelê Kurd bi me serbilind be'. Eger em teslîmî Tayyîp Erdogan û çeteyên wî bibin, hingî em ê xiyaneta herî mezin li şehîdên xwe bikin." Piştî axaftinan, girseya gel sersaxî ji malbatan xwest.

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransa Montpellîerê, di şexsê Alî Kalkan ê li Cizîrê hat qetilkirin de hemû şehîdên Cizîrê hatin bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Felat Marînos li vir peyivî û destnîşan kir, li hemberî barbariya dewleta Tirk wê gelê Kurd têkoşîna xwe her mezin bike. Kekê Alî Firat Kalkan jî li vir axivî û diyar kir, birayê wî şehîdê tevahiya Kurdan e û ew ê hesabê komkujiyê ji dewleta Tirk bipirsin.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Têkoşîna Kurdistanê" bi dawî bû.