Sancar li Kûlûyê bi gel re hat ba hev

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li navçeya Kûlûyê rastî eleqeyek zêde hat, guhdarî pirsgirêkên aborî yên gel kir û got: “Çareserî em in.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê bi xelkê re hevdîtina dike. Sancar û şandeya pê re di ketina Kûlû de hatin pêşwazîkirin. Şande piştre derbazî navenda navçeyê bû û li Cadeya Ataturk serdana esnafan kirin.

Sancar bi esnafan re sohbet kir û esnaf û xelkê kêfxweşiya xwe nîşanî şandeya HDP’ê da. Bi sedan kes bi şandeyê re li esnafan geriyan û welatiyên li şaneşînên malên xwe bi çepikan piştgiriyê dan girseyê. Welatiyan dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin û di dema dimeşiyan de peyama “Em heta dawiyê bi we re ne” dan.

Hevserokên rêxistinên partiyên wek CHP û DEVA yên Kûlûyê jî li gel Sancar wêne girtin. Serokê DEVA’yê yê Kûlûyê Ahmet Fevzî Koçtaş kêliyek bi Sancar re sohbet kir û wiha got: “Ez heyranî we me. Ez piştgirî didim we. Em ê her dem jî piştgiriyê bidin.”

GILÎ Û GAZINDÊN XWE YÊN ABORÎ ANÎN ZIMAN

Sancar û şandeya pêre serdana esnafên bazara gel kirin û bi zarokên karker re sohbet kirin. Zarokan li bazarê petêx îkramî Sancar kir. Esnafên Kûlûyê gilî û gazindên xwe yên aboriyê anîn ziman. Sancar jî wiha got: “Çareserî em in, em ê bi hev re çareser bikin.”

Esnafek ji Sancar re diyar kir ku baweriya wan bi HDP’ê tê û got: “Şert û merc nebaş in. Xwedî gotibe erê em natirsin. Dilê me qewî ye em ê dewam bikin.” Sancar jî got ku her tişt bi hev re mimkin e.

Sancar û şandeya pê re li qahwexaneyek rûniştin û bi welatiyan re çay vexwarin û sohbet kirin.

Mehmet Bûlût ê ku cotkariyê dike anî ziman ku ji ber krîza aborî gelek bêzar bûne û kêliyek bi Sancar re têkildarî siyaseta welat axivîn.

Di serdana li Kûlûyê de dîmenên xweşik derketin holê. Sancar piştî serdana Kûlûyê berê xwe da navçeya Cîhanbeyliyê.