Sancar bi Wezîra Karên Derve yê Elmanyayê re rûnişt

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock re rûnişt.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock re rûnişt. Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Parlementera Mûşê Şevîn Coşkun jî beşdarî civîna li Enqereyê bûn. Di hevdîtinê de nûnerên partiyên siyasî yên Meclîsa Federal a Elmanya jî bi Baerbock re amade bûn.

Di civînê de li ser doza girtina HDP’ê, doza Kobanê, rewşa siyasetmedarên HDP’ê bi taybet girtiyên nexweş ên li girtîgehê dîl tên girtin û êrîşên dagirkeriyê danûstendin hate kirin.

DESTHILATDARÎ JI BER HÊZA XWE WINDA DIKE BERÊ XWE DAYE ŞER’

Sancar destnîşan kir ku daxwaza girtina HDP'ê, dewamkirina êrîşên dagirkeriyê û israra li ser gefên operasyonên berdewam ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rasterast ji çaresernebûna pirsgirêka Kurd e. Sancar diyar kir ku eger hikûmet ev pirsgirêk bêçareseriyê bidomîne, hikûmeta heyî bi bikaranîna qadên îstîsmarê di polîtîkaya hundir û derve de wê polîtîkayên xwe yên şer bidomîne.

Sancar anî ziman ku hincetên hikûmetê yên ji bo operasyonên li ser sînor rastiyê nîşan nadin û got, hikûmeta ku ji neçarî desteka xwe winda kiriye, bi van operasyonan hewl dide polîtîkaya navxweyî li gorî xwe dîzayn bike.

Sancar ji Wezîr Baerbock re jî da zanîn ku di vî warî de pir girîng e ku polîtîkaya derve ya Elmanyayê li ser nirxên demokratîk esas bê girtin û aştiya herêmî û cîhanî armanc bike.