Salek ji ser qetlîama nijadperest a li Meramê derbas bû

Di encama êrîşa nijadperest de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn qetilkirin. Salek ji ser vê qetlîamê derbas bû. Dewlet dixwaze malbata nijadperest bi parêzer û qetlîamê wekî êrîşeke ji adetî nîşan bide.

Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’an de di êrîşa nijadperest ji 7 endamên mala Dedeogûllari hatibûn qetilkirin. Di dozê de tu pêşketin tune. Ligel ku delîl derketin holê jî êrîşkar di bin parastina dewletê de ne.

Nijadperestî ya ku xwe dispêre siyaseta înkar û îmhayê ya dewletê li hemberî gelê Kurd dibe ‘êrîşên sivîl’. Çand, ziman û aîdiyetên Kurdan dibin hedefa êrîşên nijadperest. Gelek kes bi tenê ji ber ku bi Kurdî axivîne û yan jî dihat zanîn ku Kurd in, êrîşî wan hatine kirin an jî hatine girtin. Herî dawîn jî êrîşî malbata Dedeogûllari hatibû kirin.

Di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meramê ya Konyayê êrîşî malbata Dedeogûllari hate kirin, 4 jê jin bi giştî 7 kes hatin qetilkirin. Piştî qetlîamê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de kujer Mehmet Altûn hate girtin. Ev qetlîam bi hevkariya malbata Altûn û Keleş hatibû kirin û dosyeya doza wê jî didome.

ÇÊR LI KURDAN KIRIN

Malbata Dedeogûllari ya ku 25 sal berê ji Qersê bar kiribûn navçeya Meramê ya Konyayê û  li vir cotkarî dikirin. Heta sala 2010’an di navbera wan û cîranên wan de tu pirsgirêk tunebû. Piştî qetlîamê Çetîn Dedeogûllari dema ku îfade dabû dozgeriyê ev tişt gotibû “Bavê min Yaşar wê salê erdek ajotibû û li kêleka wî erdî erdek hebû Lutfî Keleş ew erd kirê kiribû. Lutfî Keleş wê demê ji bo karê erdan alîkarî ji bavê min xwestiye. Piştî ku karê wan qediyaye bi hev re çay vexwarine û li radyoyê guhdarî kirine. Di radyoyê de dema li ser bûyerê ‘Rojhilatê Anadolûyê’ nûçeyek derketiye, Lutfî Keleş çêr li Kurdan kiriye. Di nava çend deqîqeyan de ev tişt dubare kiriye û bavê min gotiye ‘Tu çawa çêran li Kurdan dikî’ û bersiva wî daye. Vê bûyera di navbera bavê min û Lutfî de li wir maye û ew mesele li wir girtine. Bavê min Yaşar ji min re qala vê meseleyê kiribû.”

BERIYA QETLÎAMÊ JÎ HEYE

Wekî ku ji îfadeya malbata Dedeogûllari jî diyar dibe, malbata ku qetlîam kiriye li ser esasê nijadperestî hêrsa wan li hemberî malbata Dedeogûllari hebû. Beriya qetlîamê dîsa êrîşî malbata Dedeogûllari kirine û ew birîndar kirin. Çetîn Dedeogûllari got “Bi qasî ku ez piştre pê hesiyam, kesên li hember êrîşî malbata min kirine û birayê min Metîn bi giranî birîndar bûye û ji malbata min çend kesên din jî birîndar bûne. Di 12’ê Gulana 2021’an de ev êrîş hatiye kirin û ji bo vê êrîşê tu sedem tune.

DAXWAZÊN TEVDÎRÊ NEHAT BIHÎSTIN

Malbata Keleş a ku qetlîam kiriye, li hemberî malbata Dedeogûllari êrîşa nijadperest kiriye û vê êrîşê diyar kiriye ku wê qetlîam pêk were. 7 kesên ku hatine qetilkirin dema ku îfade dane polîsan diyar kirine ev êrîşeke nijadperestî ye û heke pêşiya wê neyê girtin wê encamên giran derkeve holê. Malbata Dedeogûllari diyar kirine ku li hemberî wan xetereyeke gelekî mezin heye û divê saziyên ewlehiyê tevdîrê bistîne lê daxwazên wan nehatine qebûlkirin.

KUJER DIÇÛ CIHÊN LUKS

Mehmet Altûn ê ku di qetlîamê de malbata Dedeogûllari qetil kiribû, bi belgeyan derket holê ku beriya qetlîamê plansaziya qetlîamê kiriye, alîkariyeke maddî stendiye û ev tişt bi tena serê xwe organîze nekiriye. Altûn ê kujer beriya qetlîamê çûye Eskîşehîr, Enqere, Stenbol û Bûrsayê li van deran li otelên luks maye.  Altûn li Stenbolê li otela Hîltonê û li Eskîşehîrê jî li Otela Rîxsos a luks maye. Parêzerên malbata Dedeogûllari ji Altûn pirsîbû te ev pere ji ku aniye ku tu di otelên luks mayî. Kujer Mehmet Altûn gotibû ‘Ji bo ku ez bêhnekê bistînim û bifikirim ez dikarim çi karî bikim, ez li wan otelan mame’. Parêzeran diyar kiribû Altûn ji bo ku karibe li van otelên luks bimîne alîkariyeke maddî stendiye û ji ber vê qetlîam bi tena serê xwe nekiriye û hin kes hene ku alîkarî dane wî û bi hev re ev qetlîam kirine.

KUJER MEHMET ALTÛN DIÇE ÎSTASYONA PETROLÊ

Kujer Mehmet Altûn beriya ku biçe mala Dedeogûllari diçe petrolê benzînê dikire û radihêle çekê. Ev jî diyar dike plansaziya qetlîamê berê hatiye kirin. Altûn di dadgehê de gotibû ‘Ji bo xwe biparêzim min rahiştibû çekê, ji bo çi min benzîn bi xwe re biriye ez nizanim. Min got heke tiştekî xerab pêk were, ne ji bo şewitandinê. Min du roj berê ew wesayît kirê kiribû, sedema kirêkirinê jî ev bû ku ez biçim bi wan re biaxivim.’ Parêzeran pirsîbû ‘Her dem di wesayîta te de benzîn heye? Te benzîn ji ku kirî’’. Lê Altûn gotibû ‘Ez nizanim.’

PIŞTÎ QETLÎAMÊ TELEFONÎ 112 KIRIYE

Parêzerên malbata Dedeogûllari daxwaz kiribûn ku bila qeydên HTS (Qeydên axaftin û peyamên telefonê) yên kujer Mehmet Altûn jî were eşkerekirin. Altûn piştî qetlîamê telefonî 112 kiriye û gotiye ‘Ez ê 5 kesên din jî bikujim’ û ambûlans xwestiye. Parêzeran xwestibûn hemû qeydên Altûn ên li otelan, axaftinên bersûcan ên li girtîgehê û yên serdanê jî werin xwestin.

JI ERDOGAN DAXWAZA ALÎKARIYÊ KIRIBÛ

Velî Keleş ê ku di 12’ê Gulana 2021’an de êrîşî malbata Dedeogûllari kiribû, di 14’ê Çileyê de dema ku rûniştina derbarê êrîşa nijadperest pêk hatibû ji CÎMER’ê re daxwaznameyek nivîsandibû û ji Serokê Giştî yê AKP’ê alîkarî xwestibû. Keleş gotibû ‘Serokkomarê min ê rêzdar’ û diyar kiribû ku di dosyeya qetlîamê de ew wekî bersûc tê darizandin û îddîa kiribû tu eleqeya wî bi qetlîamê tune. Keleş gotibû ‘Aliyê hember şerê me yê berê jî wekî êrîşeke nijadperest dixwaze bide nîşandan. Em dibînin ku aliyê hember raya giştî, medya, saziyên hiqûq û ewlehiyê çawa manîpule dike. Ji ser vê doza me tişta ku li çiyayan nikarin bikin, dixwazin di nava raya giştî de bikin û dixwazin bidin nîşandan ku ev êrîşeke nijadperest e. Alîgirên rêxistina terorê xwedî li malbata hember derket û di dozan de ji bo ku rojevê ava bikin, çi tişta ji destê wan tê dikin”

KUJER XISTINE ‘KAMPA MORAL’

Atîlla Kart ê ku ew jî parêzerê malbata Dedeogûllari ye, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û diyar kiribû beriya qetlîamê kujer Mehmet Altûn tevlî kampa moralê bûye û got “Li gorî belgeyên di destê me de, ji Altûn re gotine ‘Em ê li malbata te binihêrin’. Li gorî belgeyan Altûn wekî kujerekî profesyonel hatiye amadekirin.  Organîzasyoneke wisa kirine dema Altûn diçe mala Dedeogûllari Bariş ne li malê ye. Li benda vegera Bariş dimîne. Di wê dema 10-12 deqîqeyan de qeyd hene ku bi kesên din re jî axiviye. Lê ew qeydên HTS’ê yê wê kêlîkê ji aliyê emniyetê ve li ser wê lêkolîn nehat kirin.  Di destê me de belge hene ku di otelên luks de maye. Li gorî van belgeyan em dikarin bibêjin ku di kampa moral de maye.”

WÊNE Û BELGE HATIIBÛN JÊBIRIN

Dîmenên 2 deqîqeyî ya roja qetlîamê nehatibû tomarkirin û di rûniştinên piştre yên dozê de hat dîtin. Piştî ku êrîşkar ewil ji mala Dedeogullari derket 2 deqîqeyan jê hatibû birîn. Dîsa kujer di 2’ê Tebaxê de 35 deqeyan bi 155’an re hevdîtin kiriye. Hevpeyvîna 35 deqeyî digihîje 50-60 rûpelan, lê rapor tê tune kirin. Tenê rûpelek maye. Yek rûpel di dosyayê de tê jibîrkirin. Ev wekî tesbîteke ku nîşan dide ku bûyer çawa hatiye organîzekirin tê hesibandin. Pirsên ku ev qeyd li ku derê hatine veşartin, çima hatine veşartin û kujer bi kê/kî re bazarî kiriye, hê jî nehatine bersivandin. Dema ku qatil dibêje 'Ez ê 5 kesên din jî bikujim, paşê teslîm bibim', îtîraf dike ku komkujî pêk aniye, ji ber ku bi fikar e hevkariya xweşka wî Ayşeyê derkeve holê.

KUJER LI GIRTÎGEHÊ TÊ PARASTIN

Kujer Altun piştî ku hat girtin, di qeydên deng ên telefonên ku bi hevjîna xwe re kiriye de diyar dike ku şertên wî xweş in, kêfa wî baş e û bila kes xema wî neke. Dîsa bi belgeyan hat îsbatkirin ku qatil gihîştiye asta ku bi pereyê 'piştgiriya' hevsera xwe xanî bikire. Di bin ronahiya van hemû agahî û belgeyan de hat fêmkirin ku hemû xizmên nêzî Altun ên komkujî pêk anîne jî ev komkujî erê kirine.