ROJEVA 9'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, biryarên li ser PKK'ê yên li Bruksel û Luksemburgê nirxand û got, "Dinya êdî hîn bi hêsanî rastiya PKK'ê dibîne."
- 3 partiyên siyasî yên Swîsreyî bang li Konseya Federal a Swîsreyê, hikumeta Kantona Cenevreyê û civaka navneteweyî kirin ku di mijara grevên birçîbûnê de bikevin nava liv û tevgerê.
- Li Wanê, hîn jî mazbataya Hevşaredarên Bajarê Mezin ên HDP'î nehatiye dayin. Li Erdîşê jî jimartina dengan hîn didome. Ev yek nîşan dide ku AKP dek û dolaban digerîne.
- Ji fermandarên YJA Starê Sorxwîn Zagros diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ku di hilbijartinê de têk çû wê bêhtir êrîşkar bibe.
- Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Sevîm Coşkûn, ku 20'ê Adarê li Amedê hate destgîrkirin û cezayê kelepçeya elektronîk lê hate birîn, anî ziman ku dewlet hewl dide bi zextên bi vî rengî pêşî li têkoşîna jinan bigire.
- Şahîn Tan ê 21 salî, 102 roj in li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Tan Behya Tan got, "Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne. Di rewşekê de ku ew xwarinê naxwin, gelo em ê çawa karibin bixwin?"
- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Omer Tolûk e. Dayika Tolûk got, "Bedena zarokên me roj bi roj dihele, hûn hîn çima bêdeng in?"
- Li navçeya Soderhamn a Swêdê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re rêxistinbûneke nû hate avakirin.