ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji bo gelên me, yekane rêya rizgariyê ew e ku li Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê, bi çalakiyên yekbûyî yên hêzên şoreşger, demokrat, pêşverû û welatparêz re hilweşandina faşîzmê ye. -Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -1

- Gerîlayê HPG'ê Hogir Amanos diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Em bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna herî mezin li dijî dijmin dimeşînin."

- Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî anî ziman, ku Êzidiyên beriya niha ferman li wan rabûn ji ber ku li xaka xwe venegeriyan, mal, milk û zeviyên wan ji dest çûn û got, heman metirsî niha jî li ser Şengaliyên koçberbûyî heye.

- Nexweşê kanserê Îsmet Tîmûrturkan ku bi berprisyariyeke mezin xwedî li kampanya îmzeyan derdikeve, zêdeyî armanca xwe; 20 hezar û 230 îmze kom kir. Tîmûrturkan got, "Heta ku li ser xwe bim, ez ê îmzeyan kom bikim."

- Muzeyan Nornîmanê ya li Londonê, ji 10 hezar berhemên hêja yên ku di sala 1897'an de hêzên Îngiliz li Nîjeryayê revandin, wê 72 ji wan radest bike.