ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- PDK a ku beriya niha bi 26 salan da pêşiya tankên rejîma Baasê û qatilê 5 hezar qurbaniyên Enfalê anî Hewlêr, niha jî rê ji panzerên Tirk re çêdike û dike ku droneyên Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê bifirin û mirovan qetil bikin.

- Endamê Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver diyar kir, ku rayedarên Iraqê di hevdîtina bi wan re diyar kirin ku wê dora wargeha Mexmûrê têl bikin û destnîşan kir ku wê ti carî vê yekê qebûl nekin.

- Ji Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî David K. Adler nerazîbûn nîşanî bêdengiya ji bo êrîşkariya dewleta Tirk nîşan da û got, divê ew gelê Kurd biparêzin.

- Gerîlayê YRK'ê Rêwar Melikşahî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Îranê yên li ser ciwanên Rojhilatî û got, "Divê gelê Kurdistanê bi taybetî jî xelkê Îlamê dîrok, çand û nirxên xwe yên civakî biparêze."

- Li çiyayên Botanê jin gihîştin çanda xwe. Xwe li van çiyayan nas kirin, her ku xwe naskirin jî bûn evîndar, baweriya wan mezin bû û xwe ji bo azadiyê feda kirin.