ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyên yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 8'an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê beşdarî çalakiyên 3'ê Tebaxê bibin.

- 102 parlamenterên Fransî ragihandin ku şerxwaziya Erdogan gefê li aramiya Rojhilata Navîn û ewlehiya Ewropayê dixwe û xwestin ku qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê li firînê bê qedexekirin.

- Nûhat yek ji wan jinan e ku di şerê hebûnê de pêşengî kir. Ew dixwaze şopên fermanê ji holê rake, rastiya xwe û jinan ji cîhanê re vebêje.

- Îbrahîm Alkan ê 67 salî li Girtîgeha tîpa F a Wanê tê girtin û rewşa wî ya tenduristiyê xerab dibe. Bûka Alkan Pinar Alkan got, "Her roja ku em bêdeng dimînin, li girtîgehê mirov dimirin" û banga hestiyariyê kir.

- Li Kurdistanê wêrankirina daristanan bi serkêşiya hêzên çekdar ên dewletê dewam dike. Ji Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol bi bîr xist ku birîna daran sûc e û got, "Mîna xelkê wê, qirkirina cografya Kurdistanê jî rewa tê dîtin" û nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên 'parêzvanên xwezayê' da.

- Li Colemêrg û Wanê hejmara zarokên ku ji ber verişîn, navçûyîn û tîna zêde ya laş serî serî li nexweşxaneyê didin, gelekî zêde dibe. Hevseroka Şaxê Colemêrgê ya SES'ê Gulay Çetîn got, divê ava vexwarinê bê kelandin û piştre ji zarokan re bê dayin.