ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Artêşa Tirk ku li gel rê û rêbazên xwe yên şerê qirêj jî nikare berxwedana gerîla bişikîne, vê carê kepçeyan bi kar tîne. Bi dîmenan eşkere bû, bê çawa hewl dide çeper û tunelên berxwedanê yên li Girê Werxelê bi kepçeyan hilweşîne.

- Endamê KNK'ê Adem Ûzûn ji OPCW'ê xwest ku heyetekê bişîne Kurdistanê û got, "Li gel delîl û bangên raya giştî ya navneteweyî jî OPCW hîn tiştekî nake. Ev yek teqez cotstandartî ye."

- Şêxê qebîleya Welîd a eşîra El Elî, Remedan Rîhal got, divê her kes li ber dagirkeriya Tirk rabe û bi QSD'ê re tevbigere.

- Li navçeya Saray a Wanê li hundirê Lîseya Îmam Hatîp a Şehît Mûrat Dîlmaç Qereqola Tîmên Taybet ên Tirk hate çêkirin. Pansiyona dibistanê kirin qereqol. Xwendekar li heman cihê ku hêzên çekdar lê ne, perwedeyê dibînin.