ROJEVA 30’Ê TÎRMEHA 2022’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…

-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê bên şopandin.

- Gerîllayên HPG’ê Argeş Zagros û Cîger Efrîn dema ku sala borî di meha Tîrmehê de li ser erka xwe bûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a qirker û faşîst de şehîd bûn. Hevalên wan ên tekoşînê bi gotina “Bi şehadetên xwe jiyana nû ji me re mîrate hiştin” ew bi bîr anîn.

- Pênciwênî: Piştî Komkujiya Zaxoyê, hem Iraq hem jî PDK haya wan ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbûn. PDK zanî ku ev yek wiha biçe, wê tu rola wan jî nemîne. Eger Mûsil û Kerkûk hatibin girtin, wê bi Hewlêr û deverên din bi tenê çi bike.

- Li Colemêrg û Wanê, hejmara zarokên ji ber lihevketina meide, vereşîn, îshal û taya zêde serî li nexweşxaneyan didin pir zêde dibe. Hevseroka Şaxê SES’ê yê Colemêrgê Gulay Çetîn got ku divê malbat, ava vexwarinê bikelînin û bidin zarokan.

- Di encama êrîşa nijadperest de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn qetilkirin. Salek ji  ser vê qetlîamê derbas bû. Dewlet dixwaze malbata nijadperest biparêzer û qetlîamê wekî êrîşeke ji adetî nîşan bide.

- Parêzerê malbata Dedeogûllari ya ku salek berê ji malbata wan 7 kes hatibûn qetilkirin got “Dadgeh dixwaze bûyerê ji çarçoveya nijadperest dûr bixîne.”