ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2022’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…
-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê bên şopandin.
-Êrîşên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Rojava dikin û geşedanên derbarê vî tiştî wê were şopandin.
-Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim “Heke li dora hovîtiya ku li zindanan tê kirin mirov werin ba hev û berpirsyarî werin bicihanîn ev tenê jî wê bikaribe serhildanan çêbike.”
-Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got “Vê carê wê şerê me yê li dijî dewleta Tirk cihê be. Em nikarin baweriya xwe bi hêzên din bînin, divê em bi hêza xwe li ber xwe bidin.”
-Koma nû Nobeta Azadiyê wergirt û bal kişand ser komploya navneteweyî û diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan siyaseta şerê qirêj dimeşîne.