ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2022’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê bên şopandin.

-Belgefîlma Hêza di Festîvala Fîlman a SîcîlyAmbîense ya 14’emîn de hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin.

-Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşa Wanê ji ber ku derman tune, nexweş ji bo tedawî bibin diçin ji dermanfiroşan dermanan dikirin.

-Berpirsê Karê Hilbijartinê yê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Oner Yîgît diyar kir heke hilbijartineke pêşwext were kirin wê HDP li Wanê her 8 parlementeriyan bi dest bixe.

-Bijîşk Firat Riha diyar kir dema ku dewleta Tirk a ku xwezaya Kurdistanê bomberdûman dike, di bomberdûmanan de gelek heywan jî tên qetilkirin û bang li heywanhezan kirin ku bila helwestê nîşanî vê rewşê bidin.