ROJEVA 24’Ê TIRMEHA 2022’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pêve girêdayî wê bên şopandin.
- Di pêşengiya KNK’ê de 57 partî û saziyên siyasî wê li dijî Peymana Lozanê li avahiya ku peyman lê hatiye îmzekirin, bi helwesteke neteweyî konferansê li dar bixin.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê da û got, “Divê gelê Iraqê yek al, sazî û komeleyên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê nehêle.”
- Parêzer Seda Şaraldi ku çû serdana Gokhan Yildirimê ku ji bo darizandina adil di rojiya mirinê de ye, bal kişand ser vê yekê ku ji bo muwekîlê wê dem diqede, ji 83 kîloyan daketiye 42 kîloyan û banga hestyariyê kir.
- Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku hevdîtin pêk bê, banga girtina berpirsyartiyê kir.
-Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag bal kişande ser Komkujiya Zaxoyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tîne û got, armanca êrîşan destketiyên Kurdan e.
- Elî Merdan, ê xwediyê gotinên “Ger mirov dilnizm û xembar be, bila xwe nêzî rayeyan neke. Raye dilekî hişk dixwaze. Nexwe mirov dihelîne. Çiqasê xurt û rewşenbîr dibe bila bibe wê wî/ê biavêje nav pelan”, di nava 52 salan de 900 berhem çêkirin. Wî nirx dida helbestvanên Kurd û ji bo helbestên wan muzîk çêdikir.