ROJEVA 23 KANÛN 2017
23 Kanûn 2017 rojeva Navenda Nûçeyan
23 Kanûn 2017 rojeva Navenda Nûçeyan
-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê were şopandin.
-Operasyonên li Bakurê Sûriyê yên li dijî DAIŞ’ê û geşedanên derbarê vê wê werin şopandin.
-Hewldana dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin wê were şopandin.
-Geşedanên li Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.
-Fermandarê Giştî yên Parastina Bakurê Sûriyê Siyabend Welat, diyar kir ku ew weke Artêşa Bakurê Sûriyê ya siberojê rêxistinî dibin, ewlehiya sînor jî wê emanetî wan bibe.
-Di salvegera 5’an a qetilkirina yek ji damezirînera PKK’ê û Pêşenga Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez de Kurd xwe ji bo çalakiyên protestoyî yên mezin re hazir dikin.
-Kesê ku plana qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez kirî, her wiha hema rayedarê MÎT’ê ye kut evlî Hevdîtinên Osloyê bûyî. Qeydên deng van agahiyan piştrast dikin..
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca: ‘’Em di serdeme wiha de ne ku bi rêxistiniyê em dikarin bersivê bidin. Em ê 8’ê Adarê bi rengekî xurt derkevin qadan û her wiha 9’ê Çile salvegera qetilkirina Sakîne û Sêvêyan e. Banga me ew e ku ser van komkuijyan neyê girtin û hesab werin dayin.’’
-Van rojan ku Murat Araç ji hêla polîsan ve ji qata sêyan hatî avêtin û kuştin û her wiha zarokên Kurd bi panzêran têne eciqandin û kuştin, çima ciwanên Kurd berê xwe didine çiyan, divê mirov vê pirsê dîsa bike!
-Polîsên Elman dizanîbûn ku parlamenterê AKP’yî Kulunk, kesê nêzî Erdogan, 1’ê Hezîrana 2017’an di du zarfan de çi qas pere dane lîderê çeteya ‘Osmanen Germanîa’ Mehmet Bagci?
-Xizmên windayan, weke her Şemiyê, îro jî ji bo ku li aqûbeta windayan bipirsin wê çalakiyan bikin.