ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Artêşa Tirk heta niha li Başûrê Kurdistanê gelek caran li sivîlan daye. Artêşa Tirk bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ji xwe re kiriye wekî firsendekê û gelek qetlîam kiriye.

-26 nivîskar, hunermend û zanyaran deklarasyoneke hevpar weşandin û salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin.

-Pîlotê leşkerî yê berê Bahadir Altan diyar kir ku dema top tê avêtin hemû herêm wekî ‘herêma dijmin’ û sivîl jî wekî ‘terorîstên PKKyî’ tên dîtin lê vê carê ji ber ku Ereb mirine, vî tiştî bandoreke mezin çêkiriye.

-Nûnerên saziyên Êzidiyan diyar kirin ji bo ku fermanên nû pêk neyên divê gelê Êzidî bibin yek û tekane çareserî ev e ku ew xwe bi rê ve bibin.

-Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî qetlîama li Zaxoyê dan û diyar kirin sedema vî tiştî polîtîkayên PDK’ê ye.