ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dewleta Tirk wê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha Îlonê bersivê bide Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Lê belê parêzer Erol dibêje, rêya yekane ev nîne û berî mehekê wan mijar xistin rojeva Neteweyên Yekbûyî.

- Li Herekolê em li kampeke zivistanê ne. Tiştên ku bîskek din qalê bikim, nîşaneya wê yekê ye ku dewleta Tirk çi dike bila bike wê ti carî nikaribe li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gerîla bibe asteng.

- Azîz D. hevkarê sîxurê MÎT'ê Alî Demîr, ku par li Dusseldorfê bi çekê hate girtin, tevî ku lêpirsîn jî lê hate vekirin, nehate girtin.

- HPC ku bi erka parastina gel û welatê xwe radibe, vê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih tîne.

- Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Neşat Kara û Hevberdevka Komeleya Malbatên Şehîdan Sûltan Yildiztan diyar kirin ku yekane rêya şikandina tecrîdê, paradîgmaya neteweya demokratîk e.