ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku biryardariya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê pêşî li tunebûna Kurdan girt û li ser bingeha azadiyê deriyê netewebûnê vekir.
- Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk negihîşt armanca xwe ya dagirkeriyê û got, "Eger em gel; ji xwe bawer bikin û li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin, em ê karibin îsal bikin sala fînalê."
- Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ew li ber her pirsgirêka gel radibin û di heman demê de rê û rêbazên çareseriyê diyar dikin. Koçyîgît got, "Her mijara ku em li ber radibin, em pêşniyara xwe ya çareseriyê jî destnîşan dikin."
- Yek ji bajarên ku krîza aboriyê bandora herî giran lê kiriye Colemêrg e. Li Colemêrgê dikandar êdî bi zehmetî kar dikin. Ji ber vê rewşê jî hikumetê berpirsyar nîşan didin.