ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Konseya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salveger 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, berxwedana azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê destpê kir, îro li çar aliyên Kurdistanê li ser rêya serketinê ye.

- KONGRA-GEL destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê bingeha şoreşa jin û civakê ye û got, "Ruhê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ser dikeve û planan hemûyan pûç dike, ruhê vê berxwedanê ye. Hêza kesî têrê nake ku vî ruhî tune bike."

- Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim anî ziman ku Kurd li ser xaka xwe ne, lê dewleta Tirk dagirker e û got, "Ya ku wê derkeve dewleta Tirk e. Heta ku biqewitînin em ê têbikoşin."

- Komîteya Rêveber a PKK'ê ev bang li ciwanên Kurd kir, "Tola Rêzan Cawîd û hemû şehîdên Kurdistanê ji dewleta Tirk hilînin."

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ji 15'ê Tebaxê heta YJA Starê qala gerîlatiya jinê kir.

- Dijmin ji bo prestîja xwe ya ji destdayî careke din bi dest bixe, komandoyên çiyê anî û bi wan êrîşî gel kir. Çiyayên me ‚komandoyên çiyê‘ bêhal dikir. -5

- Alaatîn Tûglûk kekê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku bi nexweşiya demansê ye, xwest ku xwişka wê tavilê bê berdan.