ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan got, "Gerîlayên Kurdistanê di fedaîtiyê de gihîştine asta herî bilind. Gerîlayên sedsala 21'ê wê nîşan bide ku têk naçe û sala 39'an a 15'ê Tebaxê bikin sala ji berxwedan û serketinên mezin."
- Çalakî diviyabû teqez bi ser biketa. Ji ber ku çalakiya destpêkê û dîrokî bû. Bajarokê Dihê ku haya gelek kesî jê tune ye, wê bibûya cihekî welê ku êdî ji aliyê her kesî ve tê naskirin û bi vê wesîleyê wê li cîhanê jî êdî qala Kurdan bihata kirin. -4
- Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr anî ziman ku her girtîgehek kirine qadeke xweser û got, "Hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û êşkence bi rêk û pêk tê kirin."
- Gerîlayan diyar kir ku fîşeka destpêkê ya ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de hate teqandin gihîştiye bi milyonan kesî û destnîşan kirin ku ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser şopa Egîd şer dikin.
- Şêwirmenda Karûbarên Civakî Şoxan Omer bal kişande ser zêdebûna pirsgirêkên civakî û got, "Pêwendiyên civakî ewqasî lawaz bûne ku êdî ferdên di nava malbatekê de ji hevûdu haydar nînin."
- Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk niha li Şehbayê ne, diyar kirin ku piraniya mirovên herêmê navê Ocalan li zarokên xwe kirine û gotin, "Ji ber ku navê Ocalan ji bo me hêz û moral e."