ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê 'pêxistina çirûskekê li nava tarîtiyê' ye û got, "Ev yek veguherî perspektîfeke şoreşgerî. Bi 15'ê Tebaxê re ne tenê zincîra koletiyê hate şikandin, her wiha şoreşa fikrî, siyasî û civakî jî pêk hat."

- Çalakiya me gihîşt armanca xwe, li hundir û derve bi xurtî deng veda, bawerî da gelê me, ji bo dostên me bû cihê kêfxweşiyê; mêtingerî û reformîzm jî bêzar kir. - Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -3

- Gerîlayên YJA Starê Ararat Nûda û Koçerîn Demhat gotin, Pêngava 15'ê Tebaxê jiyaneke nû ji bo gelê Kurrd afirand û destnîşan kirin ku ruhê li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê şer dike ruhê 15'ê Tebaxê ye.

- Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik gotibû, derdê me ne tenê parastina canê Sûriyeyiyan e, em hewl didin nehêlin ku li ser sînorê me dewleteke Kurd ava bibe. Mûrat Çepnî yê HDP'î got, bi van gotinan nêta xwe ya rastî nîşan dan.