ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî şer û dagirkeriyê bêne lidarxistin wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku şikestiya siyaseta qirkirinê wê li Îmraliyê destpê bike û got, "Bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me re wê azadî û çareserî belav bibe."
- Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku di sala 11'an de ye, vê hefteyê bi koma ji Hollandayê dewam dike. Koma nû bang kir ku li dijî qirkirina dewleta Tirk li ser Kurdan ferz dike, li her qadê têkoşîn bê mezinkirin.
- Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya 210'an de giranî da ser têkoşîna jinê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê û bi manşeta "Berxwedan ji bo azadiya jinê ye" derket."
- Rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Ji Dihê heta Şengalê, ji Şemzînanê heta Kobanê serketina gerîla' hejmara xwe ya nû weşand.