Reyhan Abdî bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin
Reyhan Abdî ku di 26'ê Tebaxê de li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hat destgîrkirin, bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin.
Reyhan Abdî ku di 26'ê Tebaxê de li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hat destgîrkirin, bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin.
Reyhan Abdî ya ji Rojava roja Duşemê 26’ê Tebaxê bi îddîaya “endamtiya rêxistina terorê” ji aliyê dadweriya Tirkiyeyê ve hatibû girtin.
DELIL TUNE, GIRTINA JI KÊFÎ
Abdî bi pitika xwe ya 2 mehî re şandin girtîgehê. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê bertek nîşan da û diyar kir ku Abdî 3 roj in, bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin.
OHD'ê da zanîn ku tu delîl tune ye ku wek hinceta girtinê were dayîn û ev tişt got: “Em vê biryara girtinê ya ku şert û mercên girtinê pêk nayîne û bêexlaq û bêwijdanî qebûl nakin. Girtin hem wekî astengkirina mafên bingehîn û hem jî wekî tedbîrek parastinê divê bi awayekî awarte were sepandin. Lê diyar e ku sepandina tedbîrên parastinê ji bo jineke ku pitika du mehî heye dê encamên ciddî yên neveger bi xwe re bîne. Muwekîla me di dema destgîrkirinê ji ber fikarên ku pê re rû bi rû maye, şîrê wê ku pitikek du mehî pê xwedî dikir qut bû. Muwelîka me zarokên wê yê sê û çar salî heye ku hewcedariya lênêrîna wê heye.”
BINPÊKIRINA MAFÊN MIROV Û ZAROKAN A BINGEHÎN E
OHD'ê diyar kir ku girtina zarokên bi dayikên xwe re li dijî mafên bingehîn ên mirovan û zarokan e û wiha hat gotin, "Li gorî Qanûna Parastina Zarokan û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, ne guncav e ku pitika dumehî di rewşa niha ya li girtîgehan bimîne.”