Rewşa Kurdistaniyê li Swêdê bi giranî birîndar bû ber bi başiyê ve diçe
Rewşa tenduristiyê ya Gafûr Mihemmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku li paytexta Swêd Stockholmê ji ber êrîşa faşîstan bi giranî birîndar bû, ber bi başê ve diçe.
Rewşa tenduristiyê ya Gafûr Mihemmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku li paytexta Swêd Stockholmê ji ber êrîşa faşîstan bi giranî birîndar bû, ber bi başê ve diçe.
Gafûr Mihemmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di roja destpêkê ya meşa dirêj a ji bo Ocalan de ji ber êrîşa çekdarî ya faşîstan bi giranî birîndar bû, hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi başiyê ve diçe.
Medya Swêdê ragihand, ku êrîş ji aliyê faşîstên Tirk ve hatiye kirin û ev yek bandora êrîşên li hemberî Kurdistanê ye.
Rayedarên polîsan li ser êrîşê daxuyaniyeke berfireh nadin. Bi tenê dibêjin, ji bo girtina êrîşkar, xebatên lêpirsînê didomin.