Rêveber û endamên Devrîmcî Partî hatin girtin
5 endam û rêveberên Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) yên li Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin.
5 endam û rêveberên Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) yên li Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin.
10 endam û rêveberên Devrîmcî Partî yên li Stenbolê di 1'ê Adarê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, duh anîn edliyeyê.
Li dû wergirtina îfadeyên wan endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Devrîmcî Partî Salîh Şahîn û Bulent Parmaksiz hatin berdan, 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin 3 hatin berdan. Serokê Devrîmcî Partî yê Stenbolê Selîm Polat û endamên partiyê Vedat Turk, Yasîn Aydin, Ahmet Sebat û Halîl Sonmez bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.