Li Îran û Rojhilata Navîn çalakiyên gel ên li dijî polîtîkayên binpêkirina mafan ên bi destê rejîma Îranê didome. Rayedarên rejîma Îranê jî ji dêvila ku guh bide daxwazên gel, gefa darvekirinê li wan dixwe.
Serokê Dadgeha Şoreşê yê Tehranê Mûsa Gazanferî Ebadî diyar kir ku kesên piştî rojan 3’emîn tevlî çalakiyan bûne wê ji sûcê ‘Şerê li dijî Xwedê’ werin darizandin û sûcê vî tiştî jî darvekirin e.
Ebadî diyar kir ku çalakî ‘ne mafên hemwelatîbûnê ne’ û got, “Kesên piştî roja sêyemîn tevlî çalakiyan bûne wê cezayê wan girantir be. Yek jî sûcê wan jî ‘mûharebe’‘şerê li dijî Xwedê’ ye û cezayê vî sûcî darvekirin e.”
Di rejîma Îranê de ‘velayetî feqî’ heye û Alî Xamaney ê ku hat şûna Ayetullah Humeynî ev ‘velayetî feqî’ ji nû ve çalak kir.
Xamaney heta ku bimire ew ê li ser vê peywirê be û rexne û îtîrazên li dijî ‘velayetî feqî’ tê wateya ‘mûharebe’yê ango ‘şerê li dijî Xwedê.’
Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê bi hezaran komunîst, sosyalîst ,demokrat, lîberal û mûxalif û Kurd ji ber vê xalê hatin hatin darvekirin. Ev xal hê jî li Îranê heye û her ser sal bi sedan kes ji ber vê xalê yan tên girtin an jî tên darvekirin.