Qurbaniyên komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
Kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di dema mîtînga aştiyê de hatin qetilkirin, careke din li cihê komkujiyê hatin bîranîn.
Kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di dema mîtînga aştiyê de hatin qetilkirin, careke din li cihê komkujiyê hatin bîranîn.
Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, ji bo 104 kesên di êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 82'an a komkujiyê de li ber Gar a Trenê çalakiya bîranînê lidar xist.
Di bîranînê de pankarteke mezin a ji wêneyên qurbaniyan hate hildan û deqeyek rêz hate girtin. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk û rêveberên HDP’ê beşdarî bernameyê bûn.
Ji rêveberên Komeleyê Îhsan Seylan daxwaza edaletê dubare kir û wiha got: “Heta ku kujerên rastî werin dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Berpirsiyarê qetlîamê ew kesên ku sê rojan şîn li vir ragihandin, yên ku qetlîamê ji bîra kirin û yên nayê bîra wan e. Heke roja qetlîamê li vir alên aştiyê ba bibûna wê qetlîam pêk nehata. Heta kujer bên dîtin em ê li pey doza xwe bin û daxwaza edaletê bikin.”
Parlamenter Habîp Eksîk jî anî ziman ku li her deverê welat bi însanên ku edaletê dixwazin tije bûye û malbata Şenyaşar, Dedeogûllari, malbatên girtiyan ji van însanan in ku edaletê dixwazin. Eksîk destnîşan kir ku piştî qetlîamê lêpirsînek karîger nehatiye kirin û got: “Em dixwazin faîlên rastî yên qetlîamê bên dîtin û darizandin.”