Qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li ser rêveber û endamên HDP’ê hate protestokirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên li ser rêveber û endamên HDP’ê hate protestokirin.
Li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî yên li ser rêveber û endamên HDP’ê hate protestokirin.
WAN
Rêxistina HDP’ê ya Wanê diyar kir 4 roj berê endamên wan ên meclîsa ciwanan Nûrûllah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribûlak hatine destgîrkirin û ji bo protestokirina destgîrkirina endamên xwe li pêşiya rêxistina HDP’ê ya Rêya Hevrîşimê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç, HDP û DBP jî di nav de gelek sazî tevlî daxuyaniyê bûn.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şervan Beyazit diyar kir bi awayekî bêhiqûqî êrîşên li ser endamên partiya wan didome û got “Li Wanê û li bajarên din endamên me yên meclîsa ciwanan hatine destgîrkirin. Ligel hemû êrîşên desthilatdariyê navnîşana ciwanan HDP ye. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî her cure êrîşan li ser xwe ye.”
MÊRSÎN
Li navçeyên Tarsûs û Sîlîfke yên Mêrsînê polîsan vê sibehê girtin ser 10 malan. Di serdegirtinan de kesên bi navê S.A., A.S., M.O., M.R., A.M., S.A., Î.A., Y.D., N.A. û M.A hatin destgîrkirin.
HATAY
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê bi hinceta sloganên di Newroza 2015’an de lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li Erzîn û Îskenderûnê girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Zekî Koç, Hevserokê HDP’a Erzînê Diyadîn Sirça, Hevserokê Partiya Pêşeroja Kesk û Çepgirt Îsmet Katran û endamê partiyê Alî Taylan, Endamên HDP’ê Behçet Aslan û Firat Tore hatin destgîrkirin, Mehmet Otûrmak jî ji ber ku ne li mala xwe bû, nehat destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin piştî îfadeya wan a li emniyetê hatin berdan.
EDENE
Li navenda bajêr û navçeya wê Ceyhanê di serdegirtina malan de zarok jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin. 14 kes piştî îfadeya wan a li emniyetê serbest hatin berdan û 6 kes hê jî destgîrkirî ne.
ÎZMÎR
Di serdegirtina malan de li Manîsayê 6 kes û li Îzmîrê jî 9 kes hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin li Îzmîrê Sîbel Aktûlûm, Leyla Demîrkaya, Cengîz Kuçukgolkoy, Emre Yalçin li Manîsayê jî Dogan Alpar, Havva Sevîlen, Alî Aslan, Memduh Ektîren, Ekrem Taş, Muhammed Ezver Toplû hatine destgîrkirin.