Polîsan meşa Gemlîkê asteng kir
Girseya ku ji bo komploya 15'ê Sibatê şermezar bike xwest bimeşe Gemlîkê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parêzera Ocalan Ayşe Batumlu li vir axivî û got "Divê em di daxwaza azadiya Ocalan de bibin yek."
Girseya ku ji bo komploya 15'ê Sibatê şermezar bike xwest bimeşe Gemlîkê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parêzera Ocalan Ayşe Batumlu li vir axivî û got "Divê em di daxwaza azadiya Ocalan de bibin yek."
Girseya ku ji bo komploya 15'ê Sibatê şermezar bike xwest bimeşe Gemlîkê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û girse li Osmangaziyê daxuyaniya çapemeniyê da. Parêzera Ocalan Ayşe Batumlu li vir axivî û got "Divê em di daxwaza azadiya Ocalan de bibin yek."
Di pêşengiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Platforma Ji Ocalan Re Azadî Re, ji bo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike girseya ku xwest ji ber Nûnertiya HDP'ê ya Osmangaziyê ber bi Gemlîkê ve bimeşe, rastî astengiya polîsan hat. Polîsên ku avahiyê dorpêç kirin destûr nedan ku girse dest bi meşê bike.
Li ser astengiyê, welatî jî heya Kolana Nîluferê meşiyan. Di meşê de pankarta "Muxatabê aşitiyê Ocalan e. Dawî li tecrîdê were dayîn. Ji Ocalan re azadî" hate vekirin û dirûşmên ku azadiya Ocalan daxwaz dike hatin berzkirin. Piştî meşê li ser navê Platforma Ji Ocalan Re Azadî ya Bursayê, Parêzera Ocalan Ayşe Batumlu axivî û got ku komplo li dijî gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye.
'DIVÊ EM DI AZADIYA OCALAN DE BIBIN YEK'
Batumlu diyar kir ku komploya 17 sal berê kete meriyetê, bi têkoşîna gelê kurd ve hate pûçkirin û wiha axivî: "Divê em di daxwaza azadiya Ocalan de bibin yek."
Batumlu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Ocalan dikare rê li ber şer û mirinan bigire.
Heveseroka Bajêr a HDP'a Bursayê Yuksek Akgul jî bertek nîşanî astengkirina meşê da û daxwaz kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi dawî bibe.