Polîsan li Stenbol û Amedê êrîşî malbatên girtiyan kirin

Li Stenbol û Amedê, malbatên ku dixwestin balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê bûn hedefa polîsan.

Malbatên girtiyên di grevên birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, lê belê polîsan êrîş kirin.

Piştî ku malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin, polîsên Tirk çûn ji wan re gotin ku qedexe ye li ber girtîgehê çalakî bê kirin. Malbatan li ser vê yekê gotin, "Em ji bo pîknîkê nehatine vê derê. Zarokên me dimirin. Dema ku em li dîwarê girtîgehê dinerin bêhn tê ber me."

Polîsên Tirk êrîşî malbatan kirin, gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Şaxê Ewlekariyê yê Kartaltepeyê.

Di dema êrîşê de polîsan heqaret li dayikan kirin û gotin, "Ev ne ewladê mirovan e."

Polîsan di dema êrîşê de dest danîn ser wêne û dîmenên rojnamevanên ku çalakî dişopandin.

AMED

Li navçeya Baglar a Amedê, malbatên girtiyan ên xwestin li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyê bidin bûn hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşê hin dayik ji ser hişê xwe çûn. Polîsên Tirk bi wesayitên zirxî dor li parkê girtin û park vala kirin.