Polîsan li Stenbol, Amed û Şirnexê êrîşî malbatan kir

Polîsên Tirk êrîşî malbatên girtiyan kir ên ku li Stenbol û Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Polîsan li Şirnexê jî destûr nedan ku malbat daxuyaniyê bidin.

Malbatên ku çûn serdana xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo balkişandina girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xwestin daxuyaniyekê bidin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê jî piştgirî dan malbatan.

Polîsên Tirk li pêşiya girtîgehê dora malbatan girt.

Malbat piştre derbasî Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Şirnexê bûn û li wê derê daxuyanî dan.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 20 girtî di greva birçîbûnê de ne û got ku “Divê hevdîtina rêzdar Ocalan ya bi malbat û parêzerên wî pêk bê. Heke rewşeke neyînî pêk were, berpirsê vî tiştî hikumeta AKP’ê ye.

POLÎSAN LI STENBOL Û AMEDÊ JÎ ÊRÎŞÎ MALBATAN KIR

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya nobedê li dar dixin. Polîsan êrîşî çalakiya nobetê kirin.

Polîsan gelek kes bi erdê re kaş kirin. Piştî êrîşî 15 kes hatin destgîrkirin û polîsan heqaret li malbatan kirin. Polîsan parêzer jî derb kirin û dest danîn ser wêne û dîmenên ku rojnamegeran qeyd kiribûn.

Li Baglara Amedê jî xizmên girtiyan xwestin li Parka Koşûyolû daxuyaniyê bidin. Polîsan li vê derê jî êrîşî dayikan kirin. Polîsan dora parkê girtin û ketin û derketina parkê qedexe kirin.