Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin: 13 hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê êrîşî Dayikên Şemiyê kirin. 13 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê êrîşî Dayikên Şemiyê kirin. 13 kes hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê û Komîsyona li Dijî Windayên di Dema Destgîriyê de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê xwestin bi boneya “Roja Windakirinên Bi Darê Zorê ya Navneteweyî” daxuyanî bide.
Çalakvan li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ku gorên Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên bi êşkenceyê hatin qetilkirin hene, hatin cem hev.
Gelek xizmên windayan ku ji bo daxuyaniyê li ber goristanê kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên li hemberî dorpêça polîsan li berxwe dan, wêneyên windayên di dema destgîriyê de hatibûnn windakirin rakirin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” berz kirin.
Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû yê ku ji derveyî dorpêçê mabû û dixwest biçe cem girseyê ji aliyê polîsan ve bi mertalan hat dûrxistin.
Pîroglû bertek nîşan da û got, “Tişta hûn dikin li dijî rûmeta mirovahiyê ye, li dijî mirovahiyê ye. Hûn nahêlin wekîlek daxuyaniyê bide.”
Polîsan piştî demekê ku girse di nav dorpêçê de hişt, bi karanîna şîdetê 13 kes destgîr kirin.
Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ne: “Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Masîde Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosûn, Hanim Tosûn, Huseyîn Aygul, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Ferît Barût û 3 jinên ku navên wan nehat zanîn.”