Malbatê cenazeyê Gezîcî yê li Farqînê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, wergirt. Malbatê xwest cenaze bibe Êlihê, lê belê 3 kes ji malbatê hatin binçavkirin. Polîsan her wiha dest danîn ser cenaze.
Li navçeya Amed Farqînê, ku êrîşa polîsên tîmên taybet lê bênavber didome, welatiyê bi navê Engîn Gezîcî yê bavê 3 zarokan duh li Taxa Tekelê ji aliyê polîsan ve hatibû qetil kirin û polîsan destûr nedabû ku cenaze ji taxê were derxistin. Heyeta ku ji parlementer û rêveberên HDP, BDP û KCD'ê pêk dihat jî hewl dabû cenazeyê werbigire lê emniyet rê li ber vê hewldanê jî girtibû.
Tevî hemû êrîş û astengiyên polîsan jî, pismamên Engîn Gezîcî Serdar, Îlhan û Orhan Gezîcî di bin êrîşên giran de ketin Taxa Tekelê û cenazeyê ji wir girtin. Malbatê hewl da ku cenazeyê bigihîne Êlihê lê pêşiya cenaze nêzî gundê Malabadê ji aliyê polîsan ve hate birîn. Polîsan 3 xizmên Gezîcî binçav kirin û dest danî ser cenazeyê. Polîsan piştre ji bo otopsiyê cenaze şandin Amedê.
Eger karên otopsiyê xilas bibe, tê payîn ku cenazeyê Gezîcî bi meta wî Îsmet Gezîcî re ya ku di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Taxa Bahçelîevler bê veşartin.