Platforma Jinan a Enqerê ji Tûglûkê re azadî xwest
Platforma Jinan a Enqerê ji bo Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a tevî ku nexweşiya wê giran e lê 500 rojin nayê berdan, daxwaza azadiyê kir.
Platforma Jinan a Enqerê ji bo Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a tevî ku nexweşiya wê giran e lê 500 rojin nayê berdan, daxwaza azadiyê kir.
Platforma Jinan a Enqereyê bi mebesta berdana Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku girtiya nexweş e û teşhîsa demansê lê hatiye kirin û ev 500 roj in nayê berdan, li Yekîtiya Mulkiyeyiyan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li gel ku teşhîsa demansê hatiye kirin jî Aysel Tûglûk ev 500 roj in nayê berdan” hatibû vekirin.
Di daxuyaniyê de akademîsyen Yasemîn Ozgun diyar kir ku di Sibata sala 2021’an de Nexweşxaneya Seka ya Dewletê teşhîsa demansê bo Siyasetmedar Aysel Tûglûk kiriye û wiha got: “Nexweşiya Tûglûk roj bi roj pêş dikeve. Tevî vê yekê jî 3’yemîn Desteya Taybet a Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Tûglûk got; ‘dikare li girtîgehê bimîne û li xwe binêre’. Rapora herî dawî ya di 22’yê Hezîranê de hatiye amadekirin jî bêalî nîne û dûrî zanistê ye. Di vê raporê de jî nêrînên rêxistinên tenduristiyê hatin paşguhkirin. Biryarên ATK’ê yên di derheqê Aysel Tûglûk de, biryarên siyasî ne. Kesê bi nexweşiya demansê dikeve nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne û di demên pêş de rê li ber encamên mayînde yên giran vedike. ATK bi domandina vê rewşê re sûc dike. Em ê dest ji teşhîrkirina vî sûcî bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Tûglûk û girtiyên nexweş bidomînin.”
Ozgun, da zanîn ku Tûglûk tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya jinan derbas kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lewma di girtîgehê de ye. Desthilatdariya mêrê serdest xwe li wê ranagire ku di qada siyasetê de jin hebin. Bi darê darazê jî Aysel Tûglûk û bi dehan siyasetmedarên jin di girtîgehê de dihêle. Bi vê yekê dixwazin jinan bêdeng bikin û bixin nava çar dîwarên malê. Lê divê ev zîhniyet baş bizane ku em hebûn û emê her hebin. Ji bo Tûglûk li her çar aliyên cîhanê serhildan mezin dibe. Em ji bo Tûglûk careke din li vê derê bang dikin. Em ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş daxwaza edaletê dikin.”
Daxuyanî bi çepikan xelas bû.