Piştî ku name bi kêr nehat, AKP'ê vê carê gef xwar!
AKP, ji ber ku li Swîsreyê destek nedît, gefan li hilbijêrên HDP'ê dixwe. Karsazekî HDP'yî yê bi navê Alî Polat diyar kir ku AKP'yî hatine cem wî û gefa; "Tu yê berdêleke giran bide" lê xwarine.

AKP'ê, ku ji bo wergirtina dengan nameyên bi îmzeya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ji hilbijêrên li Swîsreyê re şand, ji ber ku desteka li bendê bû bi dest nexist, dest bi gefxwarinê kir. Karsazekî HDP'yî yê bi navê Alî Polat rastî gefa AKP'yiyan hat.
'JI NAVNÎŞANÊN MIZGEFTÊ, TU YÊ HILBIJÊRÊN ME BIBE SER SINDOQAN'
Komek ji 4 kesan roja 19'ê Cotmehê çûn xeraja temîrata wesayîtan a Polat a li Baselê û ji ber ku Polat destek daye HDP'ê gef lê xwarin. Vê koma AKP'yiyan ji Polat re gotin, "Em dizanin, ku bi wesayîtên xwe, hilbijêrên HDP'yî dibe ser sindoqan. Divê tu destekê bide me jî. Ji navnîşanên mizgeftê yên ku em ê bidin te, divê tu hilbijêrên me jî bibe ser sindoqan. Eger tu vê neke wê berdêla wê giran be."
Polat anî ziman ku cara yekemîn e ew van 4 kesên piştî kar saet di 18:00-19:00 de hatine gef lê xwarine dibîne û bûyer bi vî rengî vegot: "Piştî ku hemû karker çûn mala xwe, ez bi kurê xwe re li cihê kar man. Piştî çûyîna karkeran, ji bo kişandina cixareyê ez derketim derve. Hingî min dît ku 4 kes li pêş xerajê disekinin. Piştî ku min dîtin, gotin em dixwazin bi Alî Polat re biaxivin. Min jî got, 'ez im û min deriyê buroyê vekir û ew vexwend. Ji min re negotin ku ew ji ku hatine. Gotin, 'Me bihîstine ku tu hilbijêrên HDP'yî ji bo dengdayînê dibe Konsolosxaneya Zurîchê'. Min jî ji wan re goti 'belê, ew partiya ku ez destekê didimê ye'. Ji min re gotin, 'tu esnaf e, muşteriyên te ne tenê Kurd û Elewî ne. Tirk jî hene. Ji ber vê yekê divê tu heman tiştî ji bo me jî bike'. Min jî ev red kir û ji wan re got ku çima destekê didim HDP'ê. Wan jî gef li min xwarin."
'BERDÊLA WÊ JI BO TE GIRAN BE'
Ji ber ku vê komê gef û zextên xwe dewam kir, Polat bi hêrs bû. Li ser vê yekê komê jê re got, "Eger tu bi ya me neke, tu yê bi giranî berdêlê bide. Tevî vê yekê em ê bi gelek derdoran re biaxivin, wê bi te re kar nekin."