Partiya Çep a Elmanyayê serdana DBP’ê kir

Parlementera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût ji bo piştevaniya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz serdana DBP’ê kir.

Parlementera Partiya Çep a Elman (Die Linke) Gokay Akbûlût bi mebesta piştevaniya ji bo Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz a ku piştî hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê û Edaletê biryara rakirina parêzbendiya wê hat dayîn, serdana DBP’ê kir.

Akbûlût got: “Em ji bo piştevaniyê hatin. Ez ji bo doza Kobanê û HDP’ê li vir im.”

Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û da zanîn ku piştevanî hêz dide wan û diyar kir ku talankirina xwezayê, qedexekirina Festîvala Mûnzûrê, rakirina parêzbendiya wê û hewldana girtina HDP’ê hemû bi hev ve girêdayî ye û tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye belavî ser hemû welat bûye û sedema vê jî çaresernekirina doza Kurdan e.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nemaye û wiha got: “Li ser ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin, jin, Kurdên ji bo demokrasiyê têdikoşin û komên mûxalîf êrîşeke berfireh dane destpêkirin. Helbet em Kurd li dijî vê yekê têdikoşin.”

Herî dawî Bayindir destnîşan kir ku dem dema piştevaniyek xurt e.