Parêzvanên mafên mirovan ên Îranê: Em destekê didin çalakiyan

Komek ji parêzvanên mafên mirovan ên Îranî piştgirî dan çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Parêzvanan xwestin, çalakgerên binçavkirî bi rengekî bê şert tavilê werin berdan.

Piştgiriya ji bo çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. 6 parêzvanên mafên mirovan ên li derveyî welat in belavokeke hevpar weşandin û gotin ku ew bi daxwazên gel re ne.

Mûhamed Ewliyayîferd, Mehmûd Rehmanî Îsfahanî, aktîvîsta mafên girtiyên siyasî Nesrîn Studa, Mûhamed Seyfzade, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî û parêzvanê mafên mirovan Ebdulkerîm Lahicî belavokeke hevpar weşandin û destnîşan kirin ku mafê protestokirinê mafekî bingehîn e.

Parêzvanên mafên mirovan dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin çalakiyên gelê Îranê û gotin, "Welatiyên dadikevin qadan alîgirê şîdetê nînin, lê belê hêzên rejîmê şîdetê dikin. Heta niha gelek çalakgeran jiyana xwe ji dest dane. Em sersaxiyê ji malbatên çalakgerên jiyana xwe ji dest dane û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em dixwazin, çalakgerên hatine binçavkirin û girtin bê şert tavilê bên berdan."