Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî yên ku parêzeren Buroya Hiqûqê ya Asrinê re ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin.

Parêzer ji bo ku karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de di şertên herî giran ê tecrîdê de ye û 16 meh in agahî jê nayê stendin, hevdîtinê bikin serî li  Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya  Îmraliyê dan.

Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên ku parêzerên Rêberê Glê Kurd Abdullah Ocalan in piştî 8 salan herî dawîn di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribû. 3 sal in hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan tê qedexekirin.