Parêzer Şaraldi: Dem diqede
Parêzer Seda Şaraldi ku çû serdana Gokhan Yildirimê ku ji bo darizandina adil di rojiya mirinê de ye, bal kişand ser vê yekê ku ji bo muwekîlê wê dem diqede, ji 83 kîloyan daketiye 42 kîloyan û banga hestyariyê kir.
Parêzer Seda Şaraldi ku çû serdana Gokhan Yildirimê ku ji bo darizandina adil di rojiya mirinê de ye, bal kişand ser vê yekê ku ji bo muwekîlê wê dem diqede, ji 83 kîloyan daketiye 42 kîloyan û banga hestyariyê kir.
Gokhan Yildirim ê ku ji ber ku li dijî tiryakfiroşê ku li taxa wî ciwan jehrî dikir derketibû, hat girtin û 46 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, bi mamoste Sîbel Balaç re 200 rojî zêdetir e li dijî hiqûqa dijmin a ku li edliyeyê tê meşandin û desteserkirina mafan a li girtîgehê, di rojiya mirinê de ye.

Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Seda Şaraldi roja Çarşema borî li Girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Tekîrdagê bi muwekîlê xwe Yildirim re hevdîtin kir û bal kişand ku dem diqede. Şaraldi ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku muwekîlê wî yê bi dirêjahiya 1,80 metreyî gelekî lewaz bûye, ji 83 kîloyan daketiye 42 kîloyan, di dest û lêvên wî de birîn hene, lingên wî şewitîne, çerm hişk bûye û pirsgirêkên xewê yên giran hene.
‘DI DOZA GOKHAN DE GILÎKAR YÊN TIRKIYOFROŞ IN’
Şaraldi, diyar kir ku Yildirim ji ber ku li dijî tiryak û gendeliyê têkoşiyaye hatiye cezakirin û anî ziman ku di dosyaya ku ceza lê hatiye birîn de hema hema hemû gilîkar û şahidên dosyaya ku bi wê hatiye cezakirin tiryakfiroş in. Şaraldi, da zanîn ku di derdoreke ku Serdozgerê Komarê bi serkêşiya çeteyan û ligel polîsan qaçaxçîtiya tiryakê dike de ne zehmet e ku mirov berovajîkirina edaletê ya bi vî rengî fêm neke û wiha got: “Tiryak bûye pirsgirêkek cidî. Gokhan jî ji bo zarokên feqîr neyên jehrîkirin li dijî tiryak û gendeliyê bû. Ji ber vê yekê cezayê nehevseng jê re hat dayîn. Yek ji daxwazên Gokhan ji rojiya mirinê, betalkirina cezayên ku didin madeyên hişber û gendeliyê û girtin û dadgehkirina baronên madeyên hişber e. Madeyên hişber yek ji amûrên polîtîkaya gendeliyê ya emperyalîzmê ye. Jixwe yên ku di dosyaya Gokhan de gilî dikin, yekser tiryakfiroş in. Bi îfadeya wan û zilamekî ku destdirêjî li keça xwe ya jinbavê kirî ceza lê hatiye birîn.”
‘JI BER KU BÊ EDALETÎ QEBÛL NEKIR, BEDENA XWE DA BER BIRÇÎTIYÊ!’
Şaraldi, anî ziman ku Gokhan ji ku vê neheqiyê qebûl nake bedena xwe daye ber birçîtiyê û wiha got: “Muwekîlê min daxwaz dike ku girtin û cezayên ku bi şahidên veşartî, îtîrafkar û materyalên dîjîtal ên sexte ku di van demên dawî de gelek zêde bûne, bên rakirin û dawî li darizandinên komployî bên anîn. Her wiha li girtîgehan zêdeyî 1600 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji ber ku Gokhan bi nexweşê pençeşêrê Alî Osman Kose re di heman girtîgehê de ye, dizane girtiyên nexweş bi çi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û şahidê vê yekê ye. Dixwaze di serî de Kose girtiyên nexweş ên giran bên berdan. Dîsa bi awayekî keyfî qedexeyên pirtûk û kovaran tên ferzkirin, bi hinceta cezayên dîsîplînê înfaz tên şewitandin. Dixwaze qedexeyên li ser pirtûk û kovaran bi dawî bibin û cezayên dîsîplînê yên ku bûne sîstematîk bên rakirin.”
‘DAXWAZÊN MAQÛL Û REWA NE’
Şaraldi bi bîr xist ku daxwazên muwekîlên wî Gokhan Yildirim û Sîbel Balaç ên di rojiya mirinê de ne, maqûl û rewa ne û da zanîn ku ev daxwazên her kesî ne, bi taybetî li Tirkiyeyê ku her roj mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Şaraldi, ragihand ku bikaranîna mafên xwe yên demokratîk an jî mîna muwekîlê wê ku li dijî derketina li hemberî madeyên hişber, ji bo mirovan bi sûcê “endamtiya rêxistinê” bên girtin û cezakirin têrker tên dîtin û diyar kir ku daraza li Tirkiyeyê bi taybetî dozên siyasî bi şahidên veşartî û îtîrafkaran birêve dibe. Şaraldi destnîşan kir ku îfadeyên van şahidên veşartî ji aliyê dadgehan ve gelek bi qîmet hatine dîtin û tu carî lêpirsîn li wan nehatiye kirin, encax ev kesên îtîrafkar ji bo ku ji cezakirinê rizgar bibin heman kesên ku îfade didin in. Şaraldi diyar kir ku ev rewş ji bo her kesî xetere ye û anî ziman ku tevî vê yekê jî ji bo Gokhan Yildirim û Sîbel Balaç di asteke têrker de deng nehatiye derxistin û sansûreke giştî serwer e. Şeraldî destnîşan kir ku li hemberî vê bêedaletiya ku dibe bandorê li her kesî bike, erkekî mezin dikeve ser milê bi taybetî kedkarên çapemeniyê û banga hestiyariyê kir.