Operasyonên qirkirinên siyasî: Birayên wî qetil kirin, ew jî binçav kirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê ku nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, dewam dike.
Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê ku nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, dewam dike.
Li Şirnex, Dêrsîm û Colemêrgê 9 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku dema serdegirtinan de polîsan nexweşên li malê derb kirine.
ŞIRNEX
Tîmên taybet avêtin ser mala Abdûrrahman Ozdal ê ku li Cizîrê di êrîşên qirkirinê yên dewletê de 2 birayên wî hatibûn qetilkirin. Piştî lêgerîna li malê, Ozdal hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.
DÊRSIM
Li Taxa Mogoltay a Dêrsimê jî serdegirtinên malan hebûn. Di serdegirtinan de Alî Asker Pamûkçû hate binçavkirin. Li navçeya Qisle ji gundê Degîrmendere Cahît Taşdelen, ji gundê Tûrna Yolû jî Zeynel Ozdemîr hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku Pamûkçû birine Emniyeta Bajêr, Taşdelen û Ozdemîr jî birine Midûriyeta Navçeya Qisle.
COLEMÊRG
Di serdegirtinên malên li taxên Sumbul, Pehlîvan, Kaklîkpinar, Baglar û Bûlak ên girêdayî navenda Colemêrgê de 5 welatî hatin binçavkirin. Hamza Sayin, Basrî Ozkan, Azad Tîmûr, Vedat Akar û Evliya Engîn ên hatin binçavkirin piştî karên li Midûriyeta Emniyeta Bajêr, sewqî Edliyeya Colemêrgê hatin kirin.
Her wiha di serdegirtina mala Mûsa Akar a li Taxa Baglarê, mala Lokman Ozturk (43) ê li qatê jêr rûdinê bê destûr hate kontrolkirin. Hate hînbûn ku polîsan endamên malê ku piraniya xwe nexweş in, derb kirine.