Oparasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin

Oparasyonên qirkirinê yên bi fermana hikûmeta AKP’ê destpê kirin hê jî didomin. Di encama oparasonên li Mêrsîn, Aydin, Îzmîr, Agirî, Edene û Sêrtê de nêzî 70 kesan hatin binçavkirin û nêzî 10 kesan jî hatin girtin.

Li Mêrsînê li hemberî çalakiyên demokratîk ên gel, operasyonên qirkirina siyasî bê navber didome. Polîsan di saetên sibehê de li bajêr bi ser gelek malan de girtin. Hate zanîn ku di operasyonê de piraniya wan zarok ji 50'î zêdetir kes hatine binçavkirin.

Zarokên ku hatin binçavkirin birin Şaxa Zarokan a Emniyetê, welatiyên din jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.

AYDIN

Li navçeya Ortaklar a Aydinê di serdegirtina malan a 12 'ê Sibatê de 7 jê zarok 17 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan 17 kes sewqî Dadgeha Gemlîkê kirin. Piştî îfadegirtina li dozgeriyê, 17 kes bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Heyeta dadgehê 4 jê zarok bi giştî 5 kes bi îdîaya "xisar dane malên gelemperî" û "Propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtina wan da, 12 jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan.

ÎZMÎR

Li navçeyên Bornova û Bayrakli yên Îzmîrê jî ji ber beşdarî çalakiya 15'ê Sibatê bûne 18 kes hatin binçavkirin. Her wiha li Îzmîrê 13 kesên di çalakiya dengdersxistina ya roja 14'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

AGIRÎ

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê Sekreterê Navçeyê yê DBP'ê Fevzî Yeşîl dema ku ji bo îmze bide çû Midûriyeta Emniyetê ya Giyadînê, hate binçavkirin. Yeşîl piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê.

EDENE

Li Edeneyê, 13 ji wan zarok 18 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê 2 zarok serbest hatin berdan, 11 ji wan zarok 16 kes jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ne", "li ser navê rêxistinê sûc kirine" û "teqemenî bikar anîne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê 11 kes bi şertê "kontrola edlî" serbest hatin berdan, 4 ji wan zarok 5 kes jî hatin girtin.

SÊRT

Li taxa Ulus a Sêrtê jî polîs û tîmên taybet vê sibehê bi ser malekê de girtin. Polîs bi hinceta ku ji bo welatiyê bi navê Mehmet Emîn Sezek biryara lêgerînê heye li malê lêgerîn kirin.

WAN

Li navçeya Erdîşê ya Wanê ber destê sibehê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de rêveberên Komaleya Çand û Hûnerê ya Zîlanê ya ku hatiye girtin, Mugdat Demîr, Îhsan Macît û Selîm Arama hatin binçavkirin. Hemwelatiyên ku şandin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê, ji ber ku li navçeyên hin pirsgirêkên welatiyan û malabatên bipevçûn li hev anîne û di vî warî de bi rêya telefonê hevdîtin bi hemwelatiyan re kirine, hatine binçavkirin.