NY wê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî YPG'ê binirxîne

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê mijara topbarana dewleta Tirk a li hemberî çeperên YPG'ê binirxîne.

Êrîşen dewleta Tirk ên li hemberî YPG'ê di rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Li ser daxwaza Rûsyayê, li ser mijarê wê civîneke girtî bê lidarxistin. Tê payîn ku rayedarên ji Karên Siyasî yên Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê pêşkêşiyekê bikin.

Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk ku ji bo destekê bide çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam hatin kirin, heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Amerîka û welatên Ewropayê, bang li Tirkiyeyê kiribûn ku dawî li êrîşên xwe bîne.

Tê payîn ku di encama civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bang li dewleta Tirk were kirin, ku êrîşan bisekinîne.