Nobeta Edaletê ya malbatan di roja 100’emîn de ye
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş ên li Îzmîr û Denîzliyê dane destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam dike.
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş ên li Îzmîr û Denîzliyê dane destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam dike.
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan û bidawîbûyîna tecrîda di girtîgehan de li Îzmîrê dest pê kir, di roja xwe ya 100’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê dewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karabaglar û Bûcayê, piştgiriya malbatên di nobetê de kir. Di nobetê de, xizmên girtiyan, berdilkên li ser “Azadî ji girtiyên nexweş re“, “Deng bide zindanan“ nivîsandî li xwe kirin, dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet“ û “Bijî berxwedana zindanan“ berz kirin.
Endamê HDP’ê Cahît Gunay ê mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew piştgiriya çalakiyê dikin û got: “Zêdeyê 600 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Ji berdana Zulkuf Yildirim re tenê deh roj mabûn ew hate qetilkirin. Dewlet li xelkê xwe vê zextê dikê? Daxwaza zarokên me yên di girtîgehan de jiyaneke mirovî û bi azadî ye. Em jî li vir dibêjin edalet û mafê mirovan. Çima qanûn bi cih nayên anîn?.“
Gunay bibîrxist ku di nava salekê de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Nexweşiya Çevîk Bîrê cezayê heta bi hetayê girt û ya Aysel Tûglûk yek e. Ew tê berdan. Lê Aysel Tûglûk nayê berdan. Dawî li polîtîkayên bêrûmetkirin û tecrîdê yên li ser girtiyan bînin.“
DENÎZLÎ
Songul Îlker a dayika girtiyê nexweş ê giran Ekîm Polat ê di Girtîgeha T ya Denîzliyê de tê girtin ku rewşa wî ya tendurustiyê ber bi nebaşiyê ve diçe 5 roj in ku dest bi grevê kiriye. Dayik Songul wiha axivî: “Çalakiya greva birçîbûyînê ya kurê min ji bo dermankirina xwe dest pê kiriye, 17 roj in berdewam e. Ji ber grevê rewşa kurê min yekcar ber bi nebaşiyê ve diçe. Tê gotin ku wê kurê min ji bo dermankirinê bişînin girtîgeheke din. Ev yek ji bo dirêjkirina pêvajoya dermankirina kurê min tê kirin. Heta kurê min neyê dermankirin, ez û kurê xwe em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Bila her kes li dijî van polîtîkayên qirêj ên li dijî girtiyên nexweş tên birêvebirin dengê xwe derxîne.“