Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Ev yek şerma mirovahiyê ye
Li Îzmîrê xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan xilas bûye lê nayên berdan, ji ber ku hestiyên Hakan Arslan di nava torbeyê de radestî bavê wî kiribûn bertek nîşanî dewleta Tirk dan.
Li Îzmîrê xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan xilas bûye lê nayên berdan, ji ber ku hestiyên Hakan Arslan di nava torbeyê de radestî bavê wî kiribûn bertek nîşanî dewleta Tirk dan.
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xilas bûye lê nayên berdan, di roja 105’emîn de Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê didomînin. Çalakî li ber Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê pêk hat û rêveberên HDP’ê piştgirî dan malbatan û dirûşmeya “Bijî berxwedana girtîgehan” berz kirin.
Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Alîagayê ya Îzmîrê Gul Ekîcî da zanîn ku ew piştevaniya nobeda edaletê dikin û êdî hatiye wê astê ku girtîgeh bûne cihê îşkence û mirinê. Ekîcî destnîşan kir ku roj nîne cenaze ji girtîgehan dernakeve û ew dixwazin şertû mercên girtiyan baş bibin. Ekîcî bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku di kîs de radestî malbata wî kiribûn û got: “Ev yek şerma mirovahiyê ye.” Ekîcî xwest her kes piştgiriyê bide malbatên girtiyan.
Dayika girtî Hanim Sever jî bang li her kesî kir ku li dijî îşkence, tecrîd û şer rabin ser pêya û û êdî divê mirov nemirin û xwest şer bi dawî bibe û ew ji mirinan re dibêjin êdî bes e.