Nobeta Edaletê: Her roj ji girtîgehê tabût tên!
Xizmên girtiyan di roja 273’emîn a Nobeta Edaletê de diyar kirin her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û nerazîbûn nîşanî bêdengiyê dan.
Xizmên girtiyan di roja 273’emîn a Nobeta Edaletê de diyar kirin her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û nerazîbûn nîşanî bêdengiyê dan.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, di roja 273’yemîn de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê berdewam kir. Rêveber û endamên HDP, DBP, MED-DER, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê piştgirî dan çalakiyê. Malbatan bal kişand ser mirinên li girtîgehan diqewimin û banga berdana girtiyên nexweş kirin.
Herdem Kirtay a keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay e ku 30 sal in girtî ye li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku çalakiya wan di meha 10’emîn de berdewam dike û got: “Ev 10 meh in me hemû daxwazên xwe anî ziman. Raya giştî daxwazên me qebûl dike lê belê belê Wezareta Dadê û partiyên siyasî daxwazên me nabihîzin. Divê qanûn bên sepandin. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş xedartir dibe. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin.”
Merwanî bi bîr xist ku di du rojên dawî de du cenaze ji girtîgehan derketin û wiha domand: “Piştî her mirinê dîsa em şînê digirin. Divê xwedî li van çalakiyên me bê derketin. Heke ev çalakiya me li welatek din bûya niha ev pirsgirêk û daxwaz zû ve hatibûn çareserkirin. Ev daxwazên me ku nayên qebûlkirin şerma li rûyê vî welatî ye. Bi mehan e em şînê digirin. 10 meh in me navên girtiyên xwe anî ziman. Çimkî ev pirsgirêkek civakî ye. Lê mixabin heta niha jî partiyên siyasî xwedî li me derneketin.”
Merwanî banga sepandina qanûnan kir ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Em nikarin li benda Meclîsê bimînin, her roj girtî dimirin. Her kêliya ku diçe rewşa girtiyan ne baş dibe. Heke qanûnên heyî bihatana sepandin, dê van girtiyan jiyana xwe ji dest nedabûna û niha li derve bûn. Em carek din bang dikin ku qanûn bila bi cih were. Em sersaxiyê ji malbatên girtiyan re dixwazin. Nasnameya miriyan nepirsin, ev şerma me hemûyan e. Bila êdî partiyên siyasî û Wezîrê Dadê dengê me bibihîzin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.