Nobeta Edaletê berdewam dike

Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyaye lê nayên berdan û bidawîbûna tecrîda li ser girtîgehan tê lidarxistin, berdewam e.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dest pê kiriye di roja 107'an de li ber Edliyeya Bayrakliyê dewam kir. Rêxisitnên navçeyên Seferîhîsar û Bayrakliyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dan çalakiyê.  Xizmên girtyan ên ku berdilkên bi nivîsa ,"Azadî ji girtiyên nexweş re" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" li xwe kirin, dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.

'ÊDÎ BES E‘

Medîne Kaymaz a dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz ê ku li Girtîgeha Hejmar F-2 ya Tekîrdagê tê girtin, diyar kir ku wekî Dayikên Aştiyê tev li nobetê bûne. Medîne, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang kir ku bila şer bê rawestandin û wiha got: "Bila ne xwîna girtiyan û ne jî ya tu kesên nerije. Îro roja aştiyê ye û em dayik ji bo dinyayê aştiyê dixwazin. Ji zilma dewletê re êdî bes e. Divê ku dewlet aştiyê pêk bîne û zilmê bi dawî bike. Lê zarokên me di girtîgehê de tên girtin û nexweş in. Her wiha girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdanjî di girtîgehê de tên gitin."

'DEWLET AŞTIYÊ NAXWAZE'

Koymaz diyar kir ku bi kuştin û cezakirinê nikarin Kurdan biqedînin û wiha dewam kir: "Lê divê em aştiyê pêk bînin. Ji ber ku ew mafê me heye. Serokê gelê Kurd ji bo aştiyê û ji bo ku xwîn neyê rijandin li Girava Îmraliyê tê gitin. Ne dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ne jî bi malbata xwe re. Dewlet, aştiyê naxwaze. Sûcê herî mezin ê dewletê ye. Bila êdî bes xwîn bê rijandin. Em naxwazin tu kes bimire. Em dayik in û ji bo her kesî aştiyê dixwazin."

Koymaz anî ziman ku gotina girtî bi rêya qeyrana dil ku derbas dikin jiyana xwe ji dest didin ne rast e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Derman nadin girtiyan û piştre jî dibêjin ku girtî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Di kîs de cenaze dan bavekî. Xwedê li jor e êdî bes e. Dewlet dizane ku em aştiyê dixwazin. Zarokên me ji ber zilmê dikevin greva birçîbûnê. Em mafê xwe dixwazin."

Piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê nobet bi dawî bû.

DENÎZLÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya Ekîm Polatê 24 salî yê di Girtîgeha T ya Denîzliyê de ji bo mafê xwe yê dermanbûnê dest pê kiriye, ket roja 32’yan. Çalakiya rûniştinê ya Songul Îlker a dayika Polat a ji bo bi cih anîna daxwaza kurê wê, dest pê kiriye jî ket roja 16’an.

Dayik Îlker wiha got: “Kurê min li greva birçîbûnê dewam dike û niha ji xeynî avê tu tişt pê re nîn e. Ez bang li her kesî dikim; bila mafê dermanbûnê yê kurê min Ekîm Polat û hemû girtiyên nexweş bê pêkanîn. Heta ku mafê dermanbûnê yê kurê bê pêkanîn ez ê li vir li têkoşîna xwe dewam bikim.“